Ciwan Haco ji bo dersa Kurdî bang li welatiyên Kurd kir

.

 Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco ji bo hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bang li welatiyan kir û bal kişande ser girîngiya zimanê Kurdî.

Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî bang kir û got: “Zimanê me hebûna me ye! Hêvîya min ew e kû miletê Kurd zimanê kurdî hilbijêrin. Zimanê me hebê em dimînin, zimanê me nebê em namînin. Bijî zimanê Kurdî!”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dibistanan ji bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dema hilbijartina ders û waneyên bijarte dest pê kiriye, ku di nav dersên bijarte de zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) jî heye. Roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte 21ê Çileyê bû, lê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ku li gelek cihan ji ber barîna berfê ya zêde, dibistan hatin girtin, proseya hilbijartina dersan heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN