Civîna Wezareta Pêşmerge, Hevpeymanan û Yekeyên 70 û 80 birêve çû

.

 Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê do bi daxuyaniyekê diyar kir, civîneke berfireh a Wezareta Pêşmerge, Hevpeymanan û Yekeyên 70 û 80 birêve çû.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de da zanîn, di civîna serbazî ya Wezareta Pêşmerge, Yekeyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Koma Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî (MNAG) de, tekezî li ser berdewamkirina karên rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge hat kirin, bi taybetî dirustkirina yekeya serbazî (firqe) ji bo bihêzkirina fermandarî û kontrolê di nav hêzên Pêşmerge de.

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, bi amadebûna Serokerkan Îsa Uzêr, Sekreterê Giştî Bextiyar Mihemed Sidîq, Fermandarê Yekeya 80 Necat Elî, Fermandarê Yekeya 70 Mistefa Çawreş û bi beşdariya Koma Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî (MNAG) civiya.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, civîn di encama wan hewldanên giştgîr de bûye, ku di dema borî de, di bin ronahiya projeyasaya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de ligel Serokatiya Herêmê û Serokatiya Encûmena Wezîran li ser wê rijd bûn, bi mebesta reforma serbazî û nûkirin û yekxistina hêzên cuda yên Pêşmerge bû bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.

Herî dawî di civînê de ji bo bihêzkirina serkirdetî û kontrolê di nav hêzên Pêşmerge de, dirustkirina firqe û şêwaza pêkanîna mekanîzmayên dirust, gotûbêjên berfireh hatine kirin.

Çavkanî / K24

Kurdistan Haberleri

PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin
Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin