Civîna ENKS û PYDê bi dawî bû: Gelekî baş derbas bû

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 18ê Adarê ji bo avakirina şandeke hevbeş a bo Şamê ligel PYD û ENKS civiya.

Piştî civînê çavkaniyên haydar ragihandine ku civîna li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya Mezlûm Ebdî hatiye encamdan de, nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerî jî amadehî kirine.

Li gorî çavkaniyan, civîn gelekî baş derbas bûye, wê di nava çend rojan de rêkeftina herdu aliyan ji raya giştî re were ragihandin.

Ji Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso beşdarî civînê bûn.

Ji PYDê jî Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş amadehî kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist