Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê dicive!

Îro Civata wezîran kom dibe û derbarê rewşa sîyasî ya Iraqê û Surîye de amadekarîyên Kurdistanê yên li hember pêşhatan dê guftûgo bike.

Navenda Nûçeyan

 

Çavkanîyekî ji Civata wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Îro, Civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî de kom dibe.

Li gorî zanîyarên K24ê, mijarên civînê pêktên ji: gotûbêj kirina derbarê rewşa sîyasîya Herêma Kûrdistanê, Surîya û helwêsta Herêma Kurdistanê û amadekarîyên alîyên peywendîdarên Herêmê bo her eger û pêşhatekê ku ji encama guhertinên deverê çêbibe, bi taybet jî hatina  awareyan.

Her weha çend mijarên peywendîdar bi wezareta Kar û Karûbarên Civakî, wek danana mîkanîzma pêwîst bo dabînkirina destebera karkeran û dana desteberîya karkeran û danana pareyê beşdarîya karkeran.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist