Civata Pîran a Amrîkayê tekezê li ser parastina qewareya Herêma Kurdistanê dike

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku bi Serokê Lijneya Hêzên Çekdar a Civata Pîran a Amerîkayê re civiyaye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 28.02.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehandiye, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Waşintonê de, em bi Senator Jack Reed û Roger Week re civiyan. Em di wê civînê de li ser parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Pêşmergeyan ji aliyê Amerîkayê û Hevpeymanan ve hevnerîn bûn”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Piştî civîna bi Serokê Lijneya Hêzên Çekdar a Civata Pîran a Amerîkayê Senator Jack Reed û hejmareke din a senatoran re, tekez li ser parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê û herwesa berdewamîdana bi arîkariyên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyan hat kirin”.

Mesrûr Barzanî herwesa amaje daye, “Di civîna li gel Serokê Lijneya Hêzên Çekdar a Kongirêsê de, tekez li ser rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê hat kirin”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê, û hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê dike, ku tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.

Siyaset Haberleri

Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
Ji Serok Barzanî peyama 80emîn salvegera PDKê: Erkê sereke yê PDKê xizmeta gelê Kurdistanê ye
Axios: Amerîkayê bi rêya Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran re gotûbêj kiriye
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê