Civata Niştimanîya Gorran beşdarbûna xwe ya hikûmetê heldisengîne

Îro 18.01.2020ê Civata Niştimanîya Tevgera Gorran dicive û çend pirsekan dê guftûgo bike, ku yek ji wan jî helsengandina beşdarbûna Tevgera Gorran a di kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Navenda NûçeyanÇapemenîya fermî ya Tevgera Gorran bi zimanê berpirsê odeya rojnamevanîya Tevgera Gorran Dilêr Ebdulxaliq ve belav kir, bernameya civîna îro de çend mijar dê bên guftûgo kirin. Nav wan mijaran de jî ‘’Helwêstê li ser guhertinên sîyasî yên Iraqê yên dawîyê, pêşketin û egerên derbikevin dê bên guftûgo kirin. herwaha helsengandina beşdarbûna Tevgera Gorran a di kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê, projeyasaya çaksazîyê û karên şeş mehên borî yên hikûmetê jî dê bên nirxandin.’’

Herwaha aşkera kir, di civînê de ‘’bawerî bi çend berpirsên ode û çend endamekî Civata Giştî ya Gorran re bê dayîn, elbet piştî ku ew rêkarên li Xaneya Raperandin (Politburoya Gorran) temam bibin.’’

Ji alîyê din vê endamê Civata Giştî ya Gorran Emîr Hacî Kemal ji BasNewsê re ragehand, di beşek ji civînê de behsa pişka Gorran a kabîneya nû ya hikûmetê de jî dê bê kirin.  

Herwah dîyar kir, di heyama borî de navê wekîlên wezaretan bo hikûmetê rêkirine ku wekîl û alîkarên çar wezaretan li ber wan dikeve, lê hîn erk û peywira xwe ne wergirtine.

Berî naha serokê dîwana serokatîya encûmena wezîrên herêma Kurdistanê di civîneke çapemenîyê de aşkera kir, ku herçend PDK û Tevgera Gorran navên namzedên xwe pêşkeş kirine jî, lê ji ber YNKê hîn nav neşandine prose paşketîye.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin
Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe