Çîroka Sarkîsyan

Şahabettîn Karakuş

Di wextê komkujîya gelê Ermeniyan de, li der û dora Licê, Ermeniyên herêmê hemû civandine, ew birine newaleke bêbinî, kûr û dûr. Yekî Kurd, dibêje Welleh ez ê herim li wan temaşe bikim, wek here seyrangehê  diçe hafa wan. Dema ku diçe wir dıbîne, di nav girtîyan de Sarkîsyanê dengbêj jî heye.

Ew bi xwe Ermenî bûye, lê tim bi Kurdî stran gotîye. Meriv dikare bêje stranbêjekî Kurd bûye,

Dema ku çav bi wan dikeve ku di nav wan de Sarkîsyan jî dibîne, diçe ba Sarkîsyan jê re dibêje, ”ka stranekê ji min ra bêje”.

Sarkîsyan jê re dibêje, ”tu bi hişê xwe yî? Qey tu halê me nabînî kirîv? Qatilxwîn e, me teva dibin dikujin. Di vê komkujiyê de nabe ku ez ji te re stranan bibêjim”.

Sarkîsyan dike nake xelasiya xwe ji destê vî Kurdê ehmaq xelas nake û bi dengekî zelal diqîre, jê ra stranekê dibêje. De ka em tev bi hev re vê stranê guhdarî bikin.

Demê dewran e, demê dewran e
Dem û dewran a Romîyan e.
Ferman û talana me Filan e
Hire-hir û zir-zira van kerê Kurdan e

Qet fahm nakin ku rojeke ewha li pêşîya wan e.
Îro em in, sibê jî dora wan e.
Kurd û Fileh em tev kuştin
Û em girtîyê şûrê Romîyan e.

 

Siyaset Haberleri

Bi dehan malbatên Kurd di bin agirê şer de ne: Hawara Kurdên li Libnanê
Nêçîrvan Barzanî: Amerîkayiyan ji me re qala guhertina rejîma Îranê nekiriye
Tevî agirbestê jî êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Bîlanço giran dibe
Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan