Çînê hinek pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî Wezareta Xwandina Bilind ya Kurdistanê kir

.

Konsolxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê hinek pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî Wezareta Xwandina bilind ya Kurdistanê kir.

Îro konsolxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê 30 hezar mask û 1500 pakêt madeyên paqijiyê da wezareta xwandina bilind ya Kurdistanê.

Konsolê Çînê, Nî Roçî di dema pêşkêşkirina wê alîkariyê de ragihand, ew alîkarî beşek ji wan alîkariyên hikûmeta Çînê ye ku pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê dike.

Wî dîplomatê Çînê da zanîn jî, hikûmeta Çînê beriya niha kursa xwandinê daye xwandekarên Kurdistanê her wiha dewreyên rahênanê daye xwandekarên Kurdistanê û got, vê carî jî me di warê tenduristiyê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin