Çîn: Favipiravir nexweşîya koronayê zûtir baş dike

Serokê Navenda Pêşvabirina Bîyoteknolojîyê ya Neteweyî ya Çînê Cang ragihand ku dermanê bi navê "Favipiravir" nexweşîya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) proseya başbûnê ji 11 rojan heta 4 rojan kêm dike.

Navenda Nûçeyan - Li Çînê dermanê bi navê "Favipiravir" a di klînîkan de tê ceribandin bi gotina pisporên wî welatî bandoreke erênî li ser nexweşîya vîrusa koronayê ya nû dike.

Li gor nûçeya televizyona CGTNyê ya Çînê Serokê Navenda Pêşvabirina Bîyoteknolojîyê ya Neteweyî ya Çînê Cang da xuyand ev derman li bajarê Şenzenê li ser 80 kesên ku nexweşîya vîrusa koronayê bi wan re hebû hat ceribandin.

Cang got piştî cerîbandinê hat dîtin ku dermanê "Favipiravir" dema başbûnê ya nexweşîyê ji 11 rojan heta 4 rojan kêm dike.

Cang anî ziman li bajarê Wuhanê jî dîsa ceribandinek hat kirin û hat dîtin ku dema germahîya laşê kesekî gelek zêde be û ev derman were bikaranîn agirê ku berê çar û nîv rojan dewam dikir piştî derman bo du roj û nîvan dadikeve.

Cang dibêje "Favipiravir" ji sala 2014an ve li Japonê heye û ti tesîreke wê ya nebaş jî heta niha nehatîye dîtin.

Kesen nexweşîya Covid-19ê dikevin û baş dibin gelo paşê ti zerarek di bedena wan de dimîne an na hêj ew yek nayê zanîn.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da