Çîn: Divê Senatorê Amerîkî îddiayên xwe ronî bike

Çînê roja duşemê 08.06.2020an ji senatorê Amerîkî Rick Scott xwest ku delîlên tawanbarîyên xwe yên dijî Çînê nîşan bide ku Pekînê bi hêdîkirin û astengkirina hewilên peydakirina vaksîna COVID-19 ya ji hêla welatên rojavayî ve sûcdar dike.

Navenda Nûçeyan - Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Hua Chunying di preskonferansa rojane de bersîv da şîroveyên Senatorê Komarî ya Rick Scott dike.

Hua got: "Jiber ku wî qanûndanêrî gotibû ku li ba wî delîl hene ku Çîn hewil dide welatên rojavayî di pêşveçûn û peydakirina vaksînê de sabote bike. Hingê ji kerema xwe wan delîlan eşkere bike. Çi pêwîstî bi şermê nîne.”

Hua ji rojnamevanan re got ku pêşketin û peydakirina vaksîna COVID-19 ne pêşbazîyeke dualî ye.

Hua bi berdewamî got:“Pekîn hêvî dike ku Amerîka jî wek Çînê, soz bide ku ewê vaksîna nû bi belaşî pêşkêşî cîhanê bike,”

Scott di hevpeyvîna xwe ya roja yekşemê de, dema ku ji wî hat pirsîn hûrgulîyên delîlên li ba wî nedan, lê wî got ku delîl bi rêya îstixbaratê giheştine destê wî.

Serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên din yên payebilind li Washingtonê gelek caran Çîn jiber helwesta wan ya vîrusa koronayê rexne kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 4 mîlyon mirov bi korona ketine û pirtir ji 400,000 kes jî mirine.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî