Çewlîg dîsa hejîya!

Li navçeya Çêrme (Yedisu)) ya parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistanê careke din erdhejek bi hêza 4.3 pileya Rîxterê çêbû û li gor agahîyên detspêkê, ji ber erdhejê hin avahîyên ku di erdhejên çend rojên bihorî de zirar dîtibûn, hilweşîyane.

Navenda Nûçeyan - Sazîya AFADê ragihandîye, ku navenda erdhejê li qezaya Çêrme ya Çewlîgê ye û derdora saet 15:37 çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej di kûrahîya 7.02 kîlometrîya erdê de çêbûye.

Li gor agahîyên destpêkê ku hatine belavkirin, erdheja îro zirar gihandîye hin avahîyên ku di erdhejên çend rojên bihorî de zirar dîtibûn û herwiha hin avahî jî hilweşîyane.

Hêj ti amarek fermî derbarê zirarên erdhejê de nehatine belavkirin, lê dîmenên zirardîtina avahîyan ji alîyê ajansên Tirkîyê ve hatine belavkirin.

Roja 14ê Hezîranê li heman qezaya Kanîreş a Çewlîgê erdhejek bi hêza 5.9 Rîxterê çêbûbû û di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest dabû û 18 kes jî birîndar bûbûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin