CENTCOM: Me fermandarekî payebilind ê El Qaîdeyê kuşt

.

 CENTCOMê ragihand ku wan li bakurrojavayê Sûriyeyê fermandarekî payebilind ê komika Huresedîn a bi El Qaîdeyê kuştiye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê kuştina fermandarê El Qaîdeyê ragihand.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“CENTCOMê 30ê Kanûna Paşîn di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê Mihemed Selah El Zebîrê fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresedinê ya El Qaîdeyê kir armanc û kuşt.”

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê:

“Ev êriş beşek e ji pêbendbûna CENTCOMê ya li gel hevbeşên xwe yên herêmê ya ji bo têkdan û lawazkirina hewlên terorîstan ên ji bo plandanîn, rêkxistin û encamdana êrişan li dijî welatî û kesên leşkerî yên Amerîkayê û hevpeymanên me û hevparên me li seranserê herêmê ye.”

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla jî ragihand:

“CENTCOM dê di şopandin û kuştin an desteserkirina terorîstan û parastina niştimana me li dijî wan komên ku planan ji bo êrişkirina ser Amerîkiyan û hevpeymanan datînin berdewam be.”

Komika Huresedînê komikeke çekdar a tundrew e ku li ser bingeha îdeolojiya El Qaîdeyê hatiye damezirandin û li Sûriyeyê çalak e.

Ev komik sala 2018an hatiye damezirandin û ji çend komikên cuda yên Eniya Nusrayê pêk tê.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye