CENTCOM: Li Sûriye û Iraqê 163 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) li Iraq û Sûriyê kuştina 163 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ragihand.

CENTCOMê bi daxuyaniyeke ser medya civakî eşkere kir, hêzên wan ji 29ê Tebaxa borî ve bi hevkarîya hêzên şirîkên li Sûriyê û Iraqê, 95 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.

CENTCOMê da zanîn, di wan operasyonan de, 163 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 33 hatine girtin, di nav de 30 serkirdeyên pilebilind hene.

Em ê di şerê DAIŞê de berdewam bin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka diyar kir ku ev êrîş rê li ber êrîşên DAIŞê li ser sivîl, Amerîka û hevparên wê yên deverê digrin.

CENTCOMê destnîşan kir, Amerîka dê ligel hevparên xwe di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be, ji bo misogerkirina şikestina timî ya rêxistina terorîst.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye