Cenazeyê Elî Qazî îro gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê

.

Cenazeyê Elî Qazî, kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed îro(18.07.2022) gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, rayedarên payebilind ên Kurdistanê, endamên malbata Elî Qazî Mihemed û ji her çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partîyên sîyasî di merasima pêşwazîkirina cenazeyê de li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya cenazeyê Elî Qazî de axaftinek kir.

Li ser navê PAKê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsyarê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê  Orhan Kaya jî di merasîmê da amade bû.

Piştî merasîma fermî ya li Firokexaneya Hewlêrê, dê cenazeyê Birêz Elî Qazî ber bi Navçeya Kelarê ya li ser bajarê Silêmanîyeyê ve bê şandin û li wê derê were veşartin.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed roja 10ê vê mehê di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribû.

18.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bixwîne: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Bi Wefata Welatperwerê Kurd Kak Elî Qazî Mihemed Gelekî Xemgînin

Kurdistan Haberleri

Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin