Celîlê Celîl di kovara Dilopê de ye

Kovara Dilopê di hejmara xwe ya 10em de dosyayek li ser Kurdolog Celîlê Celîlî amade kiriye.

Hejmara 10em a Kovara Dilopê hatiye weşandin. Kovara ku du mehan carekê bi kurdî û tirkî tê weşandin, di vê hejmarê de dosyayek li ser Kurdolog Celîlê Celîlî amade kiriye. Di vê dosyayê de 14 nivîskar û helbestvanan 14 pirs li Celîlê Celîlî kirine û wî jî bersiva van pirsan daye. Kovarê ev weke hevpeyvînekê amade kiriye û weşandiye.

Li gel vê hevpeyvînê nivîskar Îlhamî Sîdarî li ser Celîlî, bi tirkî nivîsek nivîsandiye û di nava rûpelên kovarê de cih ji xwe re girtiye.

Nivîs û helbestên bi kurdî

Ji bilî vê dosyayê, ceribandineke Eyşana Beraviyê ya bi navê “Rawestgeha Hêviyan” bi kurdî û tirkî, çîroka Huseyîn Çaglayanî ya bi navê “Frîda Kahloya Dêrsimî – Ema Lenge”, nivîsak yekem a rêzenivîsa Miradê Miradan a bi navê “Li Ser Sînemaya Kurdan” hin nivîsên di vê hejmara kovarê de hatine weşandin.

Du hevpeyvînên Reşo Ronahiyî di kovarê de hatine weşandin ku yek ji wan li ser romana wî ya bi navê “Leqat” bi Recep Dildar re, a din jî li ser pirtûka wî ya lêkolînê ya bi navê “Fehmiyê Bîlal” bi Amed Tîgrîsî re ye. Amed Tîgrîsî pirtûka xwe li gel Bakî Kaymakî amade kiriye û nivîsandiye.

Li gel nivîsa Firat Ceweriyî ya bi navê “Warê Zeûs”, ya Evîn Şikakî ya bi navê “Rewşen Bedirxan”, nivîsa bi navê “Mehîr”ê ya Mehmet Oncu û helbesta Miradê Miradan, Salihê Kevirbirî, Bextiyar Elî, Muslum Aslan û Selîm Temoyî jî weke nivîs û helbestên bi kurdî ne.

 

BIANET

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!