Çekdarên ser bi Tirkîyê keçeke kurd revandin û piştre jî kuştin

Keçeke Kurd a Efrînî ku berî 2 hefteyan ji alîyê çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê ve hatibû revandin, îro termê wê kuştî hate dîtin.

Navenda Nûçeyan - Çalakvanên Efrînê belav kirin, îro termê keça Kurd a 16 salî Melek Nebîh Xelîl Cuma ku roja 23ê meha bûrî ji alîyê çeteyên gruba Sultan Murad ve hatibû revandin, li nêzîkî gundê Firîzîyê ya Ezazê hate dîtin.

Ji alîyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ev nûçe piştrast kir û dan zanîn jî, Melek Nebîh Xelîl Cuma ji gundê Dêrwîş yê navçeya Şera ye û piştî revandina wê, îro li nêzîkî gundê Firîzîyê ya Ezazê kuştî hate dîtin.

Ev ne cara yekem e xort û keçên Efrînê ji alîyê grubên çekdar ve tên revandin û kuştin. Pêştir jî zêdetir ji 50 tawanên wiha ji alîyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve hatine kirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist