Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Idlibê êrîşî serbazên Sûrî kirin

.

Şeva borî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li deşta Xabê li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirine.

Li gor ajansên xwecihî, di êrîşê de hejmarek serbazên Sûrî hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyan, êrîş li ser pêgeh û navendên hêzên hikûmeta Sûriyê li nêzîk gundê Sermaniyê li deşta Xabê hatiye encamdan.

Hêzên hikûmet û opozisyona Sûriyê li ser xêza rûbirûbûnê li başûrê Idlibê, bi taybet li mihwerê Cebel el-Zawiye, ji demkê ve di rewşa amadebaşiyê de ne.

Çavkaniyên ser bi Opozisyonê tekez dikin ku hêzên hikûmeta Sûriyê xwe ji bo êrîşeke berfireh bo ser navçeyê amade dikin.

Li aliyê din firokeyên şer ên Rûsî vê gelek êrişên esmanî li n eniyên Kabana yên Çiyayê Kurda pêk anîn. Li aliyek din, hêzên rêjîmê çeperên li Sedd Al-Shughar û Al-Sukariyyah li gundewarê rojavayê Idlib topbaran kirin. Der barê kuştî û birîndaran de heta niha ti agahî nehat dayîn.


 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin