Çekdaran li Efrînê endezyarê Kurd Fehmî Ebdo girtin

Hêzên istixbarata hikûmeta demkî ya opozisyona Sûrîyê li Efrînê ku Tirkîye piştgirîya wê dike, endazyarê Kurd Fehmî Nebî Ebdo ku di endazyarîyê de doktora heye, girtin.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Rûdawê ji çavkanîyên xwecihî ve, endazyrarê Kurd ê ji Efrînê Fehîm Ebdo ew ji roja 7ê Nîsanê ve ji alîyê çekdarên ser bi Tirkîyê ve girtî ye.

Çavkanîyên xwecihî ji Rûdawê re dîyar kirin, dema ku Endezyar Fehmî Ebdo ji cihê karê xwe derketibû, dewrîyeke hêzên hikûmeta demkî ew revandine û birine cihekî nedîyar.

Fehmî Nebî Ebdo, xelkê gundê Xirabê Şera ye û di endezyarîyê de doktora wergirtîye û li ofîsa endezyarî ya ser bi Encûmena Xwecihî ya Efrînê ve kar dike.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê de ye.

Ji dema ku Efrîn di destê artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê de ye, gelek binpêkarî di derheqê xelkê resen ên Efrînê de ku Kurd in, tên kirin û ew binpêkirin heta niha berdewam in.

Siyaset Haberleri

Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin
Jina Kurd Şemsî Xusrevi, bi îdamê re rû bi rû ye
PDK: Gotinên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser Madeya 140î hewldana fitneyê ne
Nêçîrvan Barzanî: Me bi Serokwezîrê Îraqê re civîneke berhemdar kir
Di pêşniyaryasaya pêvajoyê de çi heye û kê li xwe digire?