Çekdar û Erebên hawirde li Efrînê agir berdan çiyan

.

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê û Erebên hawirde agir berdan darên hinek gundên nahiya Meydankeyê ya navçeya Racoyê ya Efrînê.

Dîmen taybet ji Rûdawê hatine şandin û di dîmenan de diyar dibe ku agir bi çiyayê Behîvê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ketiye.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê û Erebên hawirde agir bi darên derdora gundên Meydankê û Şengêlê xistin.

Tenê Kurdên wan gundan hewl da agir vemirînin.

Heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.

Di van rojên dawî de grûpên çekdar li çend deverên çiyayî yên Efrînê agir bi çiya xistine.

Herwiha li wan deveran jî grûpên çekdar daran dibirin û komirê jê çêdikin.

Lê berî çend rojan dema ku komir çêdikirin agir bi derdorê ket û li rûberekî berfireh belav bû.

Dîmenên taybet ji Efrînê ji Rûdawê re hatin şandin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê