Cejna Şêşims ya Êzdiyan Pîroz be!

Civaka Êzdiyan, her îniya pêşî ya Berfanbarê Cejna Şêşimsê ku cejna rojê ye pîroz dikin. Bo pêşwaziya Cejna Şêşimsê jî beriya sê rojan rojiyê digirin.

“Manga zere pê ye,

Şêşims dîwanbegê xwedê ye.

Wê kim, ro hilat e,

Mizgîna welat e”

(Jandila Şêşims)

 

Weke tê zanîn ROJ, weke olên din ên Arîanîk ên wekî Mîtraîzm, Zerdeştî, Yaresanî pîroz e, lewre bi saya rojê sirûşt xwe nû dike. Piştî meha Berfanbarê jî weke tê zanîn êdî roj dirêj dibin û mizginiya biharê tînin. Bi vê hilkeftê, Ezdî jî rojê, bi Cejna Şêşims pêşwazî dikin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Birêz Mustafa Özçelik, bi hilkefta Cejna Şêşims ya Êzdiyan peyamek weşand. Di payama xwe de Özçelik got:

“Cejna Şêşimsê li tevahiya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzdî pîroz dikim. Hêviya min ev e ku vê cejna pîroz di welatekî serbixwe û azad de, ji bo gelê me yê Êzdî û ji bo hemû gelê Kurdistanê bibe mizgîniya dahatûyeke aramtir û azadtir.”

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin