Cebar Yawer: Hikûmeta Iraqê nikare komên neyasayî kontrol bike

.

Li ser gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ku duh di panelekê de gotibû; derxistina PKK û hêzên Tirkiyê ji deverên sînorî, erkê hêzên Pêşmerge ye, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand; Wezîrê Berevaniyê nekarî bersiveke rast bide vê pirsê.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re diyar kir: “Me ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê pirsyar kir ku em çawa dikarin bi hev re û bi hevbeşî kêşeya hebûna PKK û leşkerkêşiya Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê çareser bikin, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê bersiveke razîker neda û got; 'Berpirsyariya wergirtina helwestê li hember hebûna hêzên Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê li stûyê hikûmeta Iraqê nîne û divê Pêşmerge şerê PKKê bike û wan hêzan ji wan deveran derbixe'.”

Cebar Yawer eşkere kir ku dema pirsyareke din arasteyî Wezîrê Berevaniyê kiriye, wezîr yekser hêrs bûye û mîkrofon avêtiye û ji panelê derketiye.

Li ser rewşa Şingalê û hebûna Heşda Şeibî li wê deverê û daxwaza navdewletî ya ji bo derketina çekdaran ji Şingalê, Cebar Yawer ragihand; kêşeyeke mezin li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa wê navçeyê û vegerandina awareyan bo cih û warên wan heye.

Cebar Yawer destnîşan kir ku li gor rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, diviyabû 3 hezar kes ji xelkê navenda Şingalê weke hêzeke polîs ji bo parastina navçeyê werin damezrandin, lê mixabin heta niha hikûmeta federal nekariye rêkeftina Şingalê cîbicî bike.

K24

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir