Çawîşoglu: Heke Kurd jî li deverê hebin; wan dê pişikdar bikîn

Wezîrê derve yê Tirkîyê, Mewlûd Çawîşoglu ragihand, li bakûra Suriyê Ereb piranî ne û rêveberî dikeve destên wan û heke Kurd jî li wê deverê hebin, ew jî pişikdar dibin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê derve yê Tirkîyê, evro li gel desteya nivîskarên nûçeya fermîya Tirkîyê di dîdarekê de, behsa rewşa Surîyê kir.

Çawîşoglu derbarê rêkkevtina Tirkîyê û Rûsyayê li ser devera aram li bakûra Surîyê got: YPG ji Qamişlo dê derkeve daku pêkdadan rû nede, Qamişlo ji Sinûrê dervera aram hatîye derxistin.

Got jî: YPG bi kûrahîya 30 Km ji sinûr dûr dikevin û artêşa Tirkîyê diçe di nav Kobanê de jî.

Herweha got: Em rêveberîya deverê li deverên bakûra Surîyê  durist dikîn û desthelata wê dixîn destên piranîya xelkên wê deverê ku Ereb in, heke Kurd jî li deverê hebin; wan dê pişikdar bikîn.

Xuya jî kir, ew rijtin li ser cîbicîkirina rêkkevtina xwe li gel Rûsyayê û divê di dema 150 demjimêran de YPG bi temamî ji deverê derkevin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir