Çavuşoglu: Tirkiyê bi Misirê re dest bi pêwendiyên dîplomatîk kir

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand; Tirkiyê bi Misirê re dest bi peywendiyên dîplomatîk kiriye. 

 Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand; Tirkiyê bi Misirê re dest bi peywendiyên dîplomatîk kiriye û tekez kir ku ti astengî nîn in ku peywendiyên wan li gel Siûdiyê jî baş bibin.

Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku welatê wî li gel Misirê dest bi peywendiyên dîplomatîk kirine û diyar kir ku peywendiyên wan yên îstixbaratî û li ser asta Wezareta Derve li gel Misirê jî hene.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got; ti asteng nînin ku peywendiyên wan li gel Siûdiyê û Îmaratê jî baş bibin û diyar kir ku eger ew welat dest bi gavên erênî bikin ew ê jî bi heman awayî dest bi wan gavan bikin.

Ji ber piştevaniya Tirkiyê bo Tevgera Îxwanê Muslimîn û helwestên wê yên li Sûriye û Lîbyayê peywendiyên wê li gel Misir û Siûdiyê û Îmaratê têk çûbûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist