Çavuşoglu: Ti encam ji hevdîtina bi Rûsya re derneketine

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlûd Çavuşoglu ragihand, ti encam ji hevdîtinên wan ên bi Rûsya re li ser rewşa Idlibê derneketine.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlûd Çavuşoglu li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hevdîtinên wan ligel şanda Rûsya îro didom in. Ew dixwazin rejîma Sûrîyê êrişên xwe rawestînin û heger ev yek pêk neyê, ewê sînorekê ji rejîmê re danin.

Çavuşoglu got: “Di hevdîtinên Idlibê de em negihane çi encaman ku kombûnên me ligel Rûsya  berdewam dikin. Îro kombûn demjimêr 12ê hate destpê kirin, ka em temaşe bikin ji vê kombûnê çi encam dê jê derbikeve. ”

Dîyar kir jî, “Peşnîyazên me hene, 3 pêşnîyazên Rûsya jî hene. Em dixwezin rêjîm Sûrîyê û Rusya êrişên xwe rawestîne û destpêkê agirbest çê bibe.”

Ev daxuyanîya Wezîrê Derve yê Tirkîyê di demekê de ye, îro careke din şandeke Rûsî li Enqerê ye û bi berpirsên Tirkîyê re li ser rewşa Tirkîyê danûstandinan dikin.

Ji alîyekî din ve, Rewangeha Sûrîyê belav kir, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, îro dest bi êrîşekeke mûşekî li ser xalên artêşa Sûrîyê li derdora Serqaba Idlibê kirin û tê çaverêkirin di çend demjimêr yan rojên bê de, dest bi êrîşeke berfirah bikin.

K24

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be