Çavuşoglu: Rejîma Şamê bawerî bi çareseriya siyasî nîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Rûsyayê ew piştrast kirine ku hêzên ser bi hikûmeta Sûryê ve dê li bajarê wî welatî Idlibê êrîşî xalên çavderiyê yên Tirkiyê nekin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Rûsyayê ew piştrast kirine ku hêzên ser bi hikûmeta Sûryê ve dê li bajarê wî welatî Idlibê êrîşî xalên çavderiyê yên Tirkiyê nekin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li paytexta Norwêcê bajarê Osloyê beşdarî civîna Enstîtûya Peywendiyên Navnetewî ya Norwêcê bû (NPI) bû û têde gotarek pêşkeş kir.

 

Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de behsa geşedanên li Sûriyê kir û got: “Rûsyayê em piştrast kirine ku hêzên rejîma Sûryê dê li Idlibê êrîşî xalên çavderiyê yên me nekin.”

 

Çavuşoglu herwiha diyar kir ku eger li Sûriyê çareseriyeke siyasî pêk were, dibe ew yekîneyên xwe ji Sûriyê vekişin û got: “Lê niha rejîma Şamê bawerî bi çareseriya siyasî nîne.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist