Çar Rêxistinên Mafê Mirovan li dijî binpêkirinên li Efrînê derketin

Çar Rêxistinên Mafê Mirovan daxuyanîyek li jêr sernavê “Efrîn bêdeng tê serjêkirin” derbarê binpêkirinên li dijî xelkê herêma Efrînê de derxistin.

Navenda Nûçeyan - Çar Rêxistinên Mafê Mirovan di daxuyanîyê de ku roja 8ê Hezîranê belav kirin, dibêjin: “Tiştên ku di herêma Efrîn a Sûrî de ji binpêkirin û tewanên qirêj tê meşandin tevlî tewanên şer û tewanên dijî mirovahîyê dibe.”

Di daxuyanîyê de tê gotin: ;Ji ber dewleta Tirk û fesîleyên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wê berpirsyarîyê van tewanên ku li herêmên bakur û bakur rojhilatî sûrîyê de pêk tînin ne û ji ber ev tewan bi madeyên /5-6-7-8/ ji sîstema roma yê bingehî tên şayazkirin ji dadgeha cîneyatên navnetewî ji sala 1998 re û ew tewanên navnetewî û madeya 9 ji vê sîstemê nîşanî wê ye û divê dadwerê giştî yê navnetewî li gorî madeya 15 ji sîstema roma yê bingehîn kar bike.”

Her yek ji Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, Rêxistna Mafên Mirovan li Firatê û Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinê li Sûrîyê ev daxuyanî îmze kirine û belav kirine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist