Çapa nû ya pirtûka “Şark İstiklal Mahkemesi Kararları” derket

.

Pirtûk ji du cîldan pêk tê ku dîroknas û lêkolîner Mahmut Akyurekli amade kiriye.

Çapa nû ya pirtûka “Şark İstiklal Mahkemesi Kararları” derket. Dîroknas û lêkolîner Mahmut Akyurekliyî pirtûk amade kiriye ku ji du cîldan pêk tê. Pirtûk cara pêşiyê di sala 2015an de derketibû.

Weşanxaneya Nûbiharê weke çapa wê ya yekem a duyem jî çap kiriye.

Dadgehên Şark İstiklalê di navbera salên 1925 û 1927ê de 5 hezar û 55 kes dadgeh kirin ku di nava wan de zarokên 10 salî jî pîk û kalên 100 salî jî hebûn. Li ser hev 956 dosya hebûn ku 798 biryar derbarê van dosyayan de hatin dayîn lê mafê îtîraza van biryaran nebû. 2 hezar û 663 kesan beraet kir, 435 kes hatin darvekirin. Di encama biryarên dadgehê de bi sedan kes sirgun bûn, hatin girtin, ji karmendiyê hatin avêtin, cezayê pereyan li wan hatin birîn û hin cezayên din li wan hatin sepandin. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist