Çalakî û ahengên Newrozê hatin rawestandin

Hemû çalakî û ahengên Newrozê li Başûrê Kurdistanê hatin rawestandin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber bûyera xeniqîna bi dehan kesan li Mûsilê, biryara rawestandina hemû çalakî û ahengên fermî yên taybet bi cejna Newrozê da.

Di daxuyaniyekê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ji ber şîna ji bo qurbaniyên bûyera xeniqîna bi dehan kesan li Mûsilê, biryara rawestandina çalakî û ahengên fermî yên cejna Newrozê hatiye dan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera duh a ku li ser Çemê Dîcleyê li Mûsilê qewimî, weke "karesat" bi anv dike û dibêje: “Em xemgîniya xwe li hember karesata canjidestdana bi dehan kes ji welatiyên bajarê Mûsilê radigihînin, ku duh bi sedema wergeriyana yextekê di nav Çemê Dîcleyê de canê xwe ji dest dan.”

Di daxuyaniyê de herwiha tekezî li ser alîkariya sazî û dezgehên tendirutiyê yên Herêma Kurdistanê bo birîndar û lêqewimiyên bûyera Mûsilê hatiye kirin û tê gotin: “Her ji destpêka bûyerê ve, hemû sazî û dezgehên pêwendîdar ên tendirustiyê û hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê hatin erkdarkirin ku bi hawara birîndaran û lêqewmiyan biçin û bi şêweyeke berdewam çavdêriya rewşê bikin, em vê yekê wek erkê xwe yê hevbeş ê niştimanî û biratiyê dizanin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar û hevbeşê şîna giştî ye li Iraqê û bi vê boneyê jî çalakî û ahengên fermî yên cejna Newrozê radiwestîne.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike, ku birîndarên bûyerê jî di demeke nêzîk de baş bibin

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist