Bulent Arinç: Kurd ji mezlûmên vî welatî ne

.

Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç ragihand: “Min pirtûka Dewran xwend. Dibe ku nêrîna we ya li ser Demîrtaş neguhere, lê hûn ê fêm bikin ku çi hatine serê Kurdan, dibe ku li ser Kurdan nêrîna we biguhere. Kurd yek ji mezlûnên vî welatî ne.”

Bulent Arinç li televîzyona Haberturkê, li ser mijarên rojevê axivî û derbarê pirtûka Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ragihand: “Min pirtûka Dewran xwend. Dibe ku nêrîna we ya li ser Demîrtaş neguhere, lê hûn ê fêm bikin ku çi hatine serê Kurdan, dibe ku li ser Kurdan nêrîna we biguhere.”

Arinç diyar kir: “Piştî ku di sala 1980an de tiştên li Girtîgeha Diyarbekir qewimîn, divê em hemû pirtûka Dewran bixwînin. Di pêvajoya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ku ev jî were berdan. Dadgeh û dadger bi azadî difikirin.”

Li ser Osman Kavala jî, ku bûye sê sal di girtîgehê de ye, Bulent Arinç got: “Ey dadger û dozger; ez li hember hê jî zindanîbûna Osman Kavala mat dimînin, divê ew were berdan.”

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir