Brûskê li leşkerên Tirkîyê da: 3 leşker mirin

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê brûskê li leşkerên Tirkîyê da û di encama herdu bûyeran de 3 leşkeran canê xwe ji dest da û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li baregeha serbazî ya Tirkîyê brûskê li leşkerên Tirkîyê da û di encamê de 2 leşkeren Tirkîyê canê xwe ji dest dan.

Li gor Wezaretê Navxwe ya Tirkîyê bûyer li baregeha Girê Davul a Colemêrgê qewimîye.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin ku di encama birûsk lêdanê de efserek û pisporekî çawîş canê xwe ji dest dane û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji alîyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkîyê jî ragihand ku brûskê leşkerên di çarçoveya “Operasyona Pençeyê” de li Başûrê Kurdistanê  ne, da û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin