Brett McGurk dibe nûnerê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê Biden

.

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden navên kesên ku wê di tîma wî ya ewlekariya netewî de cîh bigrin ragihand. Di nava wan de navê balkêş yê Brett McGurk e ku wê nûnertiya an ku koordînatoriya Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr bike. McGurk di wexta Obama de nûnerê taybet yê li dijî İŞİD ê yê Obama bû.

Ji bilî McGurk kesên dê di tîma Biden de cîh bistînin dê serokê nivîsîngeha konseya ewlehiyê Yohannes Abraham be, koordînatorê mafên mirovan û demokrasiyê Shanthi Kalathil, rêvebirê Rûsya û Asya Navîn wê Kendall-Taylor, rêvebirê îklîm û enerjiyê wê Melanie Nakagawa û rêvebirê karên Awrûpayê dê Amanda Sloat be.


 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene