Bogdanov: Em li Sûrîyê piştevanîyê li mafê kurdan dikin

Îro 30.01.2020ê li bajarê Hewlêrê cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov li gel şandeyekî Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS)ê civîya.

Navenda Nûçeyan- Di civînê de cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Pêwîste hemû hêzên kurd li Sûrîyê yekrêz û hemaheng bin û divê çareserîyekî pêwîst bo rewşa naha ya Sûrîyê bê dîtin.’’

Herwaha got, em piştevanîyê li mafê kurdan li Sûrîyê dikin û em gefan li ti alîyekî naxwon û pêwîste hêzên kurd ên Sûrîyê li gel alîyên Sûrîyê bicivin û guftûgo bikin.

Serokê nûnertîya ENKSê li herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji BasNewsê re got: ‘’Îro li balyozxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê şandeyekî ENKSê bi nûnertîya komîteya peyvendîyên derve Kameran Haco, Îbrahîm Biro û Dr. Îsmaîl Hesaf, li gel nûnerê taybet ê Rûsyayê û cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdanov li ser pirsa Sûrîyê û xitimandina li Sûrîyê û navçeyê û mafên kurdan di pêşeroja Sûrîyê de gotûbêj kir.’’

Herwaha got: ‘’Li ser daxwaza Rûsyayê daxwaz hatîye kirin ew civîn bê kirin û pêşwexte paketa taybet me li ser çareserîya pirsa kurd li Sûrîyê heye, lê em bendê ne ka Rûsya çi projeyek wê heye.’’ Û got: ‘’Eger pirsa leşkerî hate holê, behsa vegera Pêşmergeyên Roj di bernameyê de heye.’’

Basnews

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist