Bo kujerê Kemal Kurkut ji 3 heta 9 salan ceza tê xwestin

Dozger xwest kujerê Kemal Kurkut, Y.Ş. bi tawanê “kuştina biqest” ji 3 sal heta 9 salan were cezakirin.

Navenda Nûçeyan - Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza 2017an a Amedê de dema diçû meydana Newrozê ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. ve hatibû kuştin.

Derbarê kujerê Kurkut de li ser wêya ku “bi qest kuştiye” doz hatibû vekirin û rûniştina 10emîn a dozê li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kujer Y.Ş. bi hinceta vîrusa koronayê beşdarî rûniştinê nebû. Birayê Kurkut, Ferhat Kurkut, parêzerên Kurkut, Mehmet Emîn Aktar, Sîdar Avşar û Zeynep Işik beşdarî rûniştinê bûn.

Dozger di mitalie ya xwe de bi bîr xist ku guleya li Kurkut ketiye ya çeka polîs Y.Ş. ye. Dozger dibêje, polîs bi qest Kemal Kurkut nekuştiye û ew jî di parastina xwe de vê yekê red dike.

Dozger îdia dike ku gule ji erdê pekiya ye û li Kurkut ketiye. Dozger xwest Y.Ş. bi tawanê “bûye sedema mirina biqest” ji 3 sal heta 9 salan were cezakirin.

Parêzeran li ser mitalieya hat xwendin ji bo parastinê xwestin dem were veqetandin. Şandeya dadgehê jî li ser vê yekê rûniştin taloqî 22ê îlonê kir.

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe