Biryara Mesrûr Barzanî ve 47 kesên ber çekên kîmyayî ketibûn li Helebçê diçin dervey welat

Serokê Komeleya Qurbanîyên Çekên Kîmyayî li Helebçê aşkera kir, bi biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bi dehan kesên ber çekên kîmyayî ketine li Helebçê dê ji derveyî welat re bên rêkirin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Komeleya Qurbanîyên Çekên Kîmyayî li Helebçê Luqman Ebdulqadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi razîbûna serokwezîr Mesrûr Barzanî ve ew nexwaşên ber çekên kîmyayî ketine û pêwîstîya wan bi çareserîyê heye, dê ji derveyî welat re bên şandin.’’

Herwaha dîyar kir, di pêşerojekî pir nêzîk de ew kesên ber çekên kîmyayî ketine dê ji derveyî welat re bên rêkirin, ku nûnerê wezareta tenduristîyê jî nav de ye û ‘’razîbûn jî hatîye wergirtin.’’

Herwaha daxwaz jî kir ev pêngav berdewam be û biryara serokwezîr jî wek cîhê destxweşîyê pênase kir.

Berdevkê wezareta tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê Mihemed Qadir jî ji BasNewsê re ragehand, hejmara wan kesên ber çekên kîmyayî ketine û ji derveyî welat re bên rêkirin hejmara wan 47 kesin û beşek ji wan pêwîstîya wan bi çend carekî serdana bijîşk heye.

Herwaha dîyar kir ku naha wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê amadekarî  ji bo wê kirine û berê jî civîn li gel parêzgerê Helebçe û alîyên peyvendîdar kirin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da