Biryara jêborîna gumrikê ji bo amûrên leşkerî yên tên hawirdekirin bo Pêşmerge derket

.

 Wezareta Pêşmerge ragehand, Hikûmeta Iraqê biryara jêborîna gumrikê ji bo amûrên leşker yên tên hawirdekirin bo Pêşmerge derxist û dibêje: ‘’Ev biryar dê bibe destkeftekî giring ê dîrokî ji bo hêzê Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’

Îro 09.05.2024ê Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û diyar kir, piştî civîna duh 08.05.2024ê ya encûmena asayîşa niştimanî ya Iraqê di serokatiya fermandarê giştî yê hêzên çekdar û serokê encûmena Wezîrên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi beşdarbûna Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr, hin biryar û sparde derketin ku ji wan yek jî jêborîna gumrikê bû, ji bo wan amûrên leşkerî yên ku Wezareta Pêşmerge dikare hawirde bike, di çarçoveya pirçekbûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de.’’

Wezareta Pêşmerge got, ev biryar dê bibe destkeftekî giring ji bo dîaroka hêza Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Hat ragehandin ku piştî pêşdeçûna peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê, heman demê de beşdarbûna Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ya di civînên encûmena asayîşa niştimanî ya Iraqê û piştevaniya rasterast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û têgeheştina baş a zêde ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê sedemên serekî bûn ji bo derxistina vê biryarê.  

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist