Biryara desteserkirina 50 jinan hatiye dayîn

.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li bajaran derdarê 50 jinan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derbarê 50 jinan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtine. Hatiye diyarkirin ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatine desteserkirin. 

Bi biryarê ve li Amedê danê sibê bi serdegirtina malan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî û Bedîa Akkaya, endama Akademiya Jinan Fîgen Aras, Sûltan Esen û li Îzmîrê Dîlan Akpolat jî di nav de gelek jin hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye