Bîrmendê Îranî Sadiq Zîbakelam: Tirkiye û Îran ji hebûna Herêma Kurdistanê nerazî ne

.

Nivîskar û bîrmendê Îranî Sadiq Zîbakelam di hevpeyvîneke taybet de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, bal kişande ser peywendiyên Hewlêr û Tehranê û mûşekên ku Îran bi ser Herêma Kurdistanê de diavêje û ew wan vedigerîne bo “nebûna diyalog û baweriyê di navbera Tehran û Hewlêrê de.”

Sadiq Zîbakelam derbarê gotegotên hebûna baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê jî dibêje, “Îsraîlê ew qonax derbas kiriye ku pêwîstiya wê pê hebe 800 kîlometreyan dûrtir ji Tehranê û li Hewlêrê bingeheke wê hebe.”

Sadiq Zîbakelam ku roja 18ê Hezîrana 2022an beşdarî vê hevpeyvîna bi Tora Medyayî ya Rûdawê re bû, got Pirsa Kurd li Îranê bi demokrasiyê çareser dibe. Ev mamosteyê navdar ê Zanîngeha Tehranê di wê baweriyê de ye ku “Heke demokrasî li Îranê cih bigire, heke were û tu bixwazî Sine, Mehabad û Merîwanê ji Îranê cihê bikî, bi neynûkên xwe xweliyê dikolin û zeviyê tijî dikin ji bo ku cihê nebin.”

 Rûdaw: Berî sê salan, di vê rojê de, hevpeyvîneke me bi hev re hebû, hûn geşbîn bûn ku dê pêwendiyên Tehran û Hewlêrê pir bi pêş ve herin lê niha ew peywendî di rewşeke taybet de ye, dem bi dem jî komên çekdar ên Îraqî yên nêzîkî Îranê Hewlêrê dikin armanc û Îranê jî bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir, çima peywendiyên Hewlêr û Tehranê gihîştin vê astê?

 Sadiq Zîbakelam: Wisa ye, hûn rast dibêjin, di nava wan 3 salên borî de, mixabin li şûna ku peywendiyên Hewlêr û Tehranê baştir û germtir bibin û ji hev nêzîktir bibin, mixabin bêtir ji hev dûr ketine. Li Tehranê nêrînek çêbûye ku bawer dike Hewlêr pir nêzîkî Îsraîlê bûye, Îsraîlî li Hewlêrê çalak in û li wir hinek çalakiyan li dijî Îranê dikin û dibêjin em jî hertim hişyariyê didin Hewlêrê ku xwe zêde nêzîkî Îsraîlê neke û nehêle werin li wir çalakiyan bikin. Niha ev dîtin çiqas rast in, Îsraîlî heta çi astê li Hewlêrê hene û heta çi radeyê çalakiyên xwe li dijî Îranê dikin, ev girêdayî wê pira têkiliyê ye ku bi Hewlêrê re çêkirine, ez nizanim, bi rastî ez tiştekî ji wan nizanim.

Rûdaw: Lê hebûna Îsraîlê ji hêla hikûmet, parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî hat redkirin. Daxwaza belgeyan jî ji Îranê hat kirin û Îranê tu belgeyek nîşan neda, ev hênceta hebûna Îsraîlê ji ku tê?

 Sadiq Zîbakelam: Bi dîtina min, wer naxuye pêdiviyeke îsraîliyan a wiha berbiçav bi Hewlêrê hebe, ji başûrê Îranê hatine hundir, jixwe navenda wan li Dubeyê heye û bi awayekî eşkere û vekirî têkilî danîne.

Rûdaw: Qala wê yekê jî tê kirin ku li hundirê Îranê jî hene?

 Sadiq Zîbakelam: Bi her awayî li hundirê Îranê dibêjin bi dizî kar dikin, lê êdî ne bi dizî li Dubeyê ne, li Qeterê jî wisa ye, hebûna wan li Azerbaycanê ku dikeve bakurê Îranê, ne veşartî ye. Lewma ez bawer nakim ku bi rastî bi wî rengî be ku li gorî gotina Komara Îslamî, eger Hewlêr hinek hêsankariyê nede Îsraîlê, Îsraîlî nikarin tu karekê bikin. Bi baweriya min, Îsraîliyan ew qonax derbas kirine ku pêwîstiya wan pê hebe 800 kîlometreyan dûrtir ji Tehranê û li Hewlêrê navendeke wan hebe.

Rûdaw: Dema ku daxwaza belgeyan ji Îranê tê kirin, eger belge li ber destê wê hebin, çima wan nîşan nade?

 Sadiq Zîbakelam: Bi dîtina min, pirsgirêk ji vê pir kûrtir û bingehîntir e, kêşe jî ew e ku, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, Tirkiye û Îran bi Herêma Kurdistanê ne pir kêfxweş in. Ango çima beşek ji Iraqê, “bakurê Iraqê” di bin desthilata kurdan de be, xwedî otonomî û parlamento û hikûmeta xwe bin, ev ji bo Îranê ne zêde balkêş e, ji ber ku dikare ji bo kurdên Îranê bibe mînakek. Çawa ku serkirdeyên tirk jî bi Hewlêrê ne zêde dilxweş in û kêşeya we bi wan re jî hebû, dihatin hundir û êriş dikirin û li we dixistin û digotin PKK li wir e, ev eynî tişt bi awayekî ji awayan derbarê Îranê jî rast e. Vê sibehê gava min di merasima nasandina çend pirtûkên Tevgera Barzanê da gotarek dixwend, min ji cenabê payebilind Nêçîrvan Barzanî û Kak Mesûd re got, di van 31 salên de ev navçe li jêr deshilata we bû, di warê dîplomasiya giştî de çi puanek bi we were dan. Paşê min diyar kir ku îro di wê merasîmê de ku perde ji ser dîroka Kurdistanê tê rakirin, ev dîrok li Îranê ji aliyê Behram Weledbegî û Enstîtuya Kurdî li Tehranê ve hatiye amadekirin, eger hûn min li aliyekî deynin, ji bilî Kurdan çend Îraniyên din li vir amade ne? Diviyabû gelek zêdetir bûna, ewqas mamosteyên zanîngehê hene. Ez dixwazim vê encamê werbigirim û bibêjim ku Herêma Kurdistanê di warê dîplomasiya giştî de, di peywendiyên ligel Îranê de, ne pir serkeftî bû, ez her kurdekî li Hewlêrê dibînim, ji min baştir bi farisî diaxive û meraqdarê Hafizê Şîrazî, Seidî û Mewlana ye. Bi rastî ez li vir, li Herêma Kurdistanê hogiriyeke ecêb ji bo Îranê û çanda wê dibînim. Ez vê hogirbûnê di nav tirkên Tirkiyê û erebên Iraqê de qet nabînim, lê bi rastî ji Îranê û çanda Îranê û îraniyan hez dikin. Baş e çima nabe zêdetir sûdê ji vê bibînin?

Rûdaw: Bi dîtina te, mifa ji vê nehatiye wergirtin?

 Sadiq Zîbakelam: Bi baweriya min, bi tu awayî mifa jê nehatiye wergirtin. Ez qet naxwazim bibêjim ku hûn sûcdar in, qet naxwazim. Ez dixwazim bibêjim ku berfirehiya peywendiya navbera 85 milyon Îranî û Herêma Kurdistanê ji ya niha heye zaf zêdetir e. Ez ji te re mînakekê bînim, di nava çar-pênc salên borî de, tê texmînkirin ku Îraniyan nêzîkî 40 milyar dolar pere biribin derve, ez qala hikûmetê nakim, tenê xelkên Îranê, ew pere birin Gurcistan, Tirkiye û Dubey û li wir milk kirîn, ji ber ku nirxê rîalê li Îranê her diçe kêm dibe û eger kesek bikaribe, divê serweta xwe bibe derveyî Îranê û sermayeguzariyê bike. Pirs ev e, ew hemû milkên ku li Tirkiye, Îmarat, Gurcistan û Ermenistanê hatine kirîn, çima nabe Îranî bêne Herêma Kurdistanê û li vir jî milkan bikirin? Ew hemû tûrîstên Îranî ku diçin Tirkiyeyê.

Rûdaw: Lê dema ku Îran bi xwe mûşekan lê dibarîne, ev çi ewlekariyek e ku geştyar yan sermayedar bikare lê biqeside?

 Sadiq Zîbakelam: Na, rê bide ez tiştekî bibêjim, ev 31 sal in Herêma Kurdistanê di destê we de ye, kêmî sê salan e ku tê moşekbarankirin, ez berî sê salan hatibûm vir. Moşekbaran nebû, meremeke min a din heye û ez bi ti awayî naxwazim bêjim ku berpirsên Herêma Kurdistanê di vê de sûcdar in.

Rûdaw: Ez dixwazim em vegerin ser mijara xwe. Te dabaşa wê hezkirina çandî kir ku di warê zimên de di nav xelkê Başûrê Kurdistanê de ji bo Îranê heye. Li gorî te, eger ji Herêma Kurdistanê ve êrîş li ser Îranê bihata kirin, wê Îranê jî fena Herêma Kurdistanê heman bertek nîşan nedaba?

 Sadiq Zîbakelam: Bê guman na.

Rûdaw: Ev vedigere bo lawaziya Hewlêrê li ba Îranê, yan çimkî serweriya Iraqê qels e ku Îran tê û sûdê jê werdigire?

 Sadiq Zîbakelam: Êrişên leşkerî ku vêga Îran wan li dijî Herêma Kurdistanê pêk tîne, bi dron tê vir û vir bombebaran dike û roketan lê dide, êrişên bi vî rengî ne hertim ji xurtiyê ne. Bila ez mînakekê bînim, di wan sê salên borî de, beşekê jê Donald Trump serokê Amerîka bû, niha jî zêdetirî salekê ye Joe Biden serok e, di wan sê salan de Îranê gelek liv û êrîş kirin, îcar yan wê bi xwe rasterast kir yan jî komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, mîna Heşda Şeibî yan jî Hûsiyan li Yemenê, çend caran êrişî navendên petrolê yên Erebistana Siûdî "Aramco" û êrîşî hin deverên Îmarat û Hewlêrê jî kirin. Ger we bala xwe dabê, tu reaksiyoneke Amerîkiyan nebû. Tew di serdema Trump de, dema ku me drona Amerîkayê li Îranê xistibû xwarê, Trump got ne pirsgirêk e û em pê ne aciz in, ev ji me re çi dibêje? Gelo bi rastî Amerîkî ji Îranê ditirsin? Yan dema êrîşî ser Aramcoyê tê kirin? Em hemû dizanin ku ne wisa ye, Amerîka natirse. Piraniya caran êrîşên ku ji aliyê Îranê ve tên kirin, dibe ku ne nîşandana hêzê bin jî, dibe ku nexwazin hêza xwe nîşanî berpirs û xelkê Hewlêrê bidin, çêdibe ev wek celebekê lawazî û nîgeraniyê jî bê şîrovekirin. Lê bi liberçavgirtina wan hemû peywendiyên şaristanî, çandî û dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Îranê, ez nabêjim Kurdên Îranê, ez dibêjim tevahiya Îranê, ev bi rastî cihê xebînetê ye.

Rûdaw: Ev nîgeraniya Îranê dikare yek ji wan sedeman be ku Herêma Kurdistanê hewl dide hilberînê di sektora gazê û hinartina wê ji bo derveyî welêt de bike . Vê yekê Îran hêrs kiriye?

 Sadiq Zîbakelam: Na, ez bawer nakim ji ber gazê be, kêşe vedigere wê yekê ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê pişta xwe daye Tehranê û serkirdayetiya Tehranê jî pişta xwe daye Herêma Kurdistanê. Divê ew her du li paş xwe binêrin û ji ber wê zemîna dîrokî ya ku min behs kir, divê hevkariyeke mezin di navbera wan de çêbibe û lazim e diyalog bê kirin. Mûşek û dronên ku tên, ji ber nebûna peywendî û diyalogê di navbera Tehran û Hewlêrê de ne. Ger ew dîwarê bêbaweriyê yan hûn çi navî lê dikin bikin, hilweşe…

Rûdaw: Dê ew dîwar çawa hilweşe?

 Sadiq Zîbakelam: Zehmet e, ji ber ku ev 31 sal in ti hewldanek ji bo hilweşandina wî nehatiye kirin û hertim xirabtir bûye. Wek mînak, dema we referandûm kir, serkirdeyên Îranê karvedaneke zaf xerab nîşan dan. Min nameyeke vekirî nivîsand û min daxwaz ji Ayetullah Sîstanî kir ku fetwayekê bide û bêje ew giştpirsî karekê baş e, heke tu bizanî ji ber vê çend caran ez rastî êrîşan ji hêla neteweperestên Îranê ve hatim û ez wek bêrûmet, xayîn û kirêgirtî bi nav kirim. Eger peywendiyên Hewlêr û Tehranê piçekî germtir bibin, Tehran ewqasî çeperê li hember Hewlêrê nagire, eger Hewlêr bixwaze referandûmê jî bike û tew heke bixwaze serbixwe jî bibe, Tehran bi wê radeyê çeperê li hember wê nagire.

Rûdaw: Niha jî mijara giştpirsiyê di hişê berpirsên Îranê de her maye?

 Sadiq Zîbakelam: Na nemaye. Binêre, eger pirsgirêkeke te bi kesekê re hebe û ew kêrekê hilgire, tu wisa difikirî ku ew dixwaze êrişî te bike, lê heke gotûbêja we bi hev re hebe, tu wê çaxê dizanî ku kêra xwe hilgirtiye û dixwaze wê tûj bike û goşt pê qet bike yan karekê din pê bike. Navbera Tehran û Hewlêrê jî wiha lê hatiye, diyalog di navbera wan de nemaye, nebûna vê gotûbêjê jî wiha kiriye ku hûn her livekê bikin, Tehran bi guman lê binêre û wek awayekî ji dijminatiyê li hember xwe rave bike, û encama wê jî dibe ku mûşekan bera te bide û dronan ji te re bişîne. Rast e, karekê zehmet e, lê divê ew gotûbêj bi awayekî were çêkirin.

Rûdaw: Hûn dest û desthilata niha ya Îranê li nav Iraqê çawa dinirxînin, gelo bihêztir bûye yan lawaz bûye?

 Sadiq Zîbakelam: Bi baweriya min, hegemonyaya Îranê li Iraqê ber bi kêmbûnê ve diçe, dibe ku ez şaş bim, lê bi baweriya min nifşê nû yê şîeyên Iraqê ku êdî mezin dibin û digihin temenê 18 heta 19 salî, ew êdî nifşê piştî hilweşandina Sedam Hisên in. Ew êdî wek nifşê kevin Îranê wek hevalbendeke Şîeyan nabînin. Binêre, Kurd ku sedemeke wan nebû ku bi çavê dostaniyê li Îranê binêrin. Sunne jî bo heman rengî, ya ku dimîne bi tenê şîeyên Iraqê ne. Îranê xeletiyeke zaf mezin kiriye ku hatiye tenê bi komeke şîeyan re ku alîgirên wê ne, peywendî daniye û hejmareke mezin ji şîeyên din ku alîgirên Muqteda Sedr û Ayetullah Sîstanî û…. li derveyî wê peywendiya Îranê hatine hiştin. Şaşîtiyeke pir mezintir a Îranê ew bû dema got Heşda Şeibî li gel min e û ez jî piştevaniya wê dikim, lê yên din ku ne li gel min in, ez piştgiriya wan nakim.

Rûdaw: Tu rewşa niha ya Iraqê çawa dibînî, gelo Îran çawa li vê rewşê dinêre û tu mijara vekişîna Tevgera Sedr ji Parlamentoya Iraqê çawa dinirxînî?

 Sadiq Zîbakelam: Çareseriya demdirêj a kêşeyên Iraqê demokrasî ye, eger demokrasî li Iraqê cih negire, dê kurd bi ereban re rastî kêşeyan bên û dê arasteyên çûna Hewlêr û Bexdayê ji hev cuda bibe. Lê eger demokrasî hebe dê Hewlêr û Bexda ber bi jihevtêgihîştina zêdetir gav bavêjin û tew dê têkilî bi Îranê re baştir bibin û kêşeyên navxwe yên şîeyan jî kêmtir bibin. Kirîza ku li Bexdayê heye û nikarin hikûmetê pêk bînin, dê hino hino vemire.

Rûdaw: Eger hikûmetek di paşerojê de li Iraqê pêk bê û Îran li pişt wê be, lê Sedr piştgiriya wê neke, gelo ew hikûmet dikare berdewam bike?

 Sadiq Zîbakelam: Niha Iraq tûşî demokrasiyeke bikêmasî bûye, demokrasiyeke negihîştî ye, niha ne demokrasî ye ku li Iraqê desthilatê birêve dibe, Heşda Şeibî, Muqteda Sedr û Hadî Amirî hikûmetê birêve dibin. Ango kesayet desthilatê birêve dibin, celebekê eşîrgeriyê ye.

Rûdaw: Derbarê mijara pêkanîna hikûmeta Iraqê, gelo Îran li dijî wê yekê ye ku PDK posta serokkomarê Iraqê bi dest bixe yan jî ti têbîniyên wê li ser namzedê PDKê heye?

Sadiq Zîbakelam: Di vê rewşa niha de pir xwezayî ye ku Îran bê û tenê û tenê piştevaniya wan koman bike ku alîgirên Komara Îslamî ne, ji ber vê yekê nîgeran e ku eger ew şîeyên ku serbixwetir in, eger ew sunniyên ku serbixwetir in yan ew kurdên ku serbixwetir in bibin desthilatdar, hegemonyaya Îranê li Iraqê di pratîkê de sisttir û qelstir dibe.

Rûdaw: Hûn rewşa aborî ya Îranê û çarenivîsa rêkeftina etomî ya Îran û welatên 5+1 di paşerojê de çawa dibînin?

 Sadiq Zîbakelam: Her çiqas hêviyên bi peymana atomî gelekî lawaz bûne, wek nexweşekê ku tûşî dilrawestanê bûbe û tên ku bi elektrîkê lê bidin da ku bêhna xwe berde û bistîne, bi rastî rêkeftin wisa lê hatiye ku. Eger rêkeftin neyê pêkanîn jî, encama wê ya tenê dê ew be ku rewşa aborî ya Îranê ji ya ku heye hîn xerabtir bibe.

Rûdaw: Çima mafên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê wek neteweyekê ji aliyê desthilata Îranê ve bi wan nayên dan?

 Sadiq Zîbakelam: Ev pirsa te mijareke bê çareserî ya di navbera min û kurd, azerî, ereb û sunniyên Îranê de ye. Bi baweriya min, ger demokrasî li Îranê cih bigire, heke tu werî û bixwazî Sine, Mehabad û Merîwanê ji Îranê cuda bikî, dê bi neynûkên xwe xweliyê bikolin û axê tijî bikin ji bo ku cuda nebin. Heke demokrasî jî nebe, ew hesta cudabûn û xwedûrxistina di nav kurdan de roj bi roj zêdetir dibe. Pirsgirêk ne di bijî Kurdistan de ye, lêbelê pirsgirêk di bijî demokrasî de ye. Ger demokrasî cih bigire, dê pirsgirêkên hemû neteweyan li Îranê çareser bibin.

Rûdaw: Ango xala sereke hatiye destnîşankirin û ew jî demokrasî ye?

 Sadiq Zîbakelam: Erê, nebûna demokrasiyê ye. Sedema ku min nîşan da pir zelal e. Berî 5 salan, Skotlendayê referandûmek pêk anî, zêdetirî 60% gotin em dixwazin bi Brîtanyayê re bimînin, çima? Ji ber ku eger ji Brîtanyayê cuda bibin, dê çi bidest bixin? Heke li Mehabad yan Sineyê zimanê te yê kurdî hebe û tu zarokê xwe bişînî dibistanê bi zimanê kurdî bixwîne, tu yê ji Îranê cihê bibî ji bo ku tu çi bidest bixî?

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da