Birîna ceyranê birin darazê

Niştecihên 10 taxên ku ceyrana wan ji 14’ê gulanê ve hatîye birîn, gilîya DEDAŞ’ê kirin.

Li navçeyên Dêrik, Artûklû û Nisêbînê yên Mêrdînê, ji 14’ê gulanê ve ceyrana nêzî 100 gundî ji alîyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîceleyê (DEDAŞ) ve bi hinceta ku deynê wan heye, hatîye birîn. Derbarê birîna ceyranê de niştecihên 10 gundên navçeya Artûklûyê gilîyê DEDAŞ’ê kirin. Îro serê sibehê niştecihên gund hatin Edlîyeya Mêrdînê û ji bo gilîkirinê daxwaznameyekê dan dozgerîyê. Gundîyan, destnîşan kir ku DEDAŞ xizmeta ceyranê asteng dike û daxwaz kirin ku ceyran wan bê berdan. 

 

Berîya niha li Dêrik û Qoserê jî 26 welatîyan gilîyê DEDAŞ’ê kiribûn û dadgehê li ser vê biryarê biryara berdana ceyranê dabû. Ji ber ku DEDAŞ’ê vê biryarê pêk nanîbû, Midurê DEDAŞ’ê yê Bajar ê Mêrdînê Mehmet Bûlût, ji bo îfadeyê hatibû vexwendin. 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist