Birêvebirê Rêxistina Kurdên Êzidî: Metirsî li ser 5 hezar Êzidiyên li Heleb û Şehbayê heye

.

Birêvebirê Rêxistina Kurdên Êzidî ya Kolnê Elî Îso li ser şerê Helebê hişyarî da û got, “5 hezar Kurdên Êzidî li herêma Şehbayê ya Efrînê û taxa Eşrefiyê ya Helebê di rewşeke metirsîdar de ne.”

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Birêvebirê Rêxistina Kurdên Êzidî ya Kolnê Elî Îso bû mêvanê weşana taybet a Rûdawê ya derbarê rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Elî Îso bal kişand li ser rewşa Kurdên li herêmên şer û got:

"Metirsiyeke mezin li ser şêniyên Kurd ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û herêma Şehbayê heye.

Metirsî heye ku li herêmê binpêkariyên dijwar li dijî Kurdên sivîl pêk werin." 

Elî Îso amaje bi wê yekê kir ku bi taybetî metirsî li ser Kurdên Êzidî heye û wiha domand:

“Li gorî agahiyên gihîştine me çarenivîsa sivîlekî Êzidî yê 63 salî nayê zanîn.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û li herêma Şehbayê nêzîkî 5 hezar Êzidî hene û ew di rewşeke zehmet de ne.

“Îhtîmal heye ku hêzên çekdar ên tundrew binpêkirinên dijwar li dijî xelk Kurd ê herêmê bi taybet Kurdên Êzidî pêk bînin û herêmê talan bikin."

Elî Îso her wiha tekez kir ku divê careke din rê neyê dayîn ku komkujiya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk were û ji ber vê yekê jî bangî Herêma Kurdistanê û hemû Kurdan kir.

Bi gotina Elî Îso, nêzîkî nîv milyon Kurd li taxên kurdan ên Helebê û herêma Şehbayê hene, nemaze koçberên ji herêma Efrînê ku piştî şerê Efrînê li Şehbayê bi cih bûne û niha rewşa wan ne diyar e.

Îso diyar kir ku êrîşên komên çekdar dewam dikin û niha herêma Şehba û taxên Kurdan ên Helebê di rewşeke metirsîdar de ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye