Birêvebirê berê yê FBIyê bi banga kuştina Trump tê tawanbarkirin

.

Li Amerîkayê Birêvebirê berê yê FBIyê bi tohmeta banga kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump tê tawanbarkirin.

Wezîra Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê Kristi Noemê, Birêvebirê berê yê Ofîsa Lêkolînan a Federal (FBI) James Comey bi tohmeta banga kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump tawanbar kir.

Birêvebirê berê yê FBIyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, wêneyê hejmarên “86 47” ku bi şeytanokan li berava deryayê hatine nivîsandin parve kir û nivîsî:

“Di meşa min a li beravê de rêzbendiyeke balkêş a şeytanokên ku ez lê rast hatim.”

Comey piştî demeke kurt parvekirina xwe ji hesabê xwe yê medyaya civakî rakir û Wezîra Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê Kristi Noemê bersiva wî da.

Noema ku Comey bi banga kuştina Trump tawanbar dike da zanîn:

“Wezîra Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê Kristi Noemê û Servîsa Bi Dizî vê gefê lêkolîn dikin û dê bi awayekî guncav bersivê bidin.”

Di termînolojiya leşkerî de 86 tê wateya kuştina kesekî an jî bidawîanîna karê tiştekî.

Tê bawerkirin ku hejmara 47 jî amaje bi Serokê 47emîn ê Amerîkayê Donald Trump dike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist