Bîranîna qurbanîyên teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê

Îro di seatên sibehê de, monumenta şehîdên 1ê Sibatê li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, merasîmek bi boneya salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an ên li baregehên PDK û YNKê birêve çû.

Navenda Nûçeyan- Îro di seatên sibehê de, monumenta şehîdên 1ê Sibatê li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, merasîmek bi boneya salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an ên li baregehên PDK û YNKê birêve çû.

 

 

Di wê merasîma bîranîna qurbanîyên 1ê Sibatê de, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tacegulek li ser monumentê danî.

Rêwaz Fayeq: Gef û metirsîyên zêde li ser destkevtên me yên sîyasî û destûrê hene

Seroka Parlamentoya Kurdistanê, peyamek bi boneya salvegera teqînên 1ê Sibatê belav kir.

Rêwaz Fayeq, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, di peyama xwe de ragihand, vî karê li dijî mirovahîyê bo hemû cîhanê selmand ku ew ji tarîkistanê hatin û li dijî jîyandostî û aramîyê ne.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê, herwiha di peyama xwe de behsa gef û metirsîyan kir û ragihand, “Em bi pêwîstî dizanin wê rastîyê dûpat bikin ku gef û metirsîyên zêde li ser destkevtên sîyasî û mafê me yên destûrî hene û berjewendîyên giştî yên me ji me dixwazin ku her tim yekrêzîya di navbera alîyên sîyasî yên Kurdistanê biparêzin û kûrtir bikin.”

Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbanîyên terorê.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”

Rudaw

 

 

Siyaset Haberleri

Berdevka Komisyona Îraqê: Me tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê rawestandin
Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir