Necîp YEŞÎL
Bavê min Mele Mehmûd Yeşîl her çi qas digot “Ez ne şêx im, ji min re nebêjin şêx” jî, lê gelek kesan jê re digot Şêx Mehmûd. Deh sal berê, roja 8’ê Gulana 2016'an, ji nav me koç kir.
Wekî di pirtûka xwe ya bi navê “DESTEYEK JI ÇÎROKA JIYANA MIN" de jî dibêje, wî di mizgeftên Kurdistanê de bi erebî û bi kurdî xwendibû. Hîn di dema feqîtiya xwede, ji bo doza gelê kurd dest bi xebatên siyasî kiribû.
Bavê min di dema meletiya xwe de, mizgeftên gundan wek dibistanên kurdolojî û kurdperweriyê bi kar dianî, wî gundî û feqî bi fikirên neteweyî perwerde dikirin. Ew ji ber xebatên xwe û ya zarokên xwe, gelek caran bû hedefa êrîşên dewletê.
Em neh xiwşk û bira ne; dayika me û bavê me, bi zehmetiyeke mezin, bi urf û edet em xwedî kirin û bi fikirên welatparêziyê jî em perwerde kirin.
Em zarokên wî, ji her alî ve jê re deyndar in.
Derdê ser derdan, 34 roj piştî koça wî, neviyê wî Jîndar (kurê min) jî, di 22 salîya xwe de, da dû bapîrê xwe. Her dûyan jî, di nav 34 rojan de ji nav me koç kir.
Ew her dem di dilê me de dijîn. Em wan bi xemgînî bi bîr tînin. Û îro jî li ser rêya bavê xwe dimeşin, rêça wî rêya me ye.
08.05.2026
Necîp YEŞÎL