Biden xwe ji namzediya serokatiya Amerîkayê vekişand

.

Serokê Amerîkayê û Namzedê Demokratan Joe Biden xwe ji namzediya serokkomariyê vekişand.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew ji bo hilbijartina ku dê 5ê Çiriya Paşîna 2024an were kirin, ji namzediyê vekişiya.

Joe Bidenê 81 salî biryara xwe bi nameyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Biden diyar kir, di nava 3 sal û nîvê ku wî wekî Serok wezîfe kir de li Amerîkayê pêşketineke pir mezin çêbû û wiha got, "Me demokrasiya xwe mihefeze kir û parast."

Biden da zanîn ku ji bo wî serbilindiya herî mezin e ku wî wekî Serokê Amerîkayê erka xwe kir û wiha domand:

"Niyeta min hebû ku cardin têkevim hilbijartinê lê min biryar da ku ji bo partiya min û welatê min a rastîn ew e ku vekişim.

Piştî niha ez dê tenê li ser wezîfeyên xwe yên serokatiyê bisekinim."

Biden eşkere jî kir ku ew dê der barê biryara xwe di nava çend rojan de xîtabî gel bike û ji bo "şirîkatiya wê ya derasayî" ya Alîkara Serok Kamal Harrîsê jî spas kir.

Dê piştevaniya Harrisê bike

Biden ji bo pêbaweriyê jî spasiya gelê Amerîkayê kir û got, "Heta ku Amerîka di nava yekîtiyê de be, ti tişt tuneye ku bi ser nekeve."

Serok Amerîkayê piştî ku ji hilbijartinê vekişiya ragihand ku wî Alîkara Serok Kamala Harris wekî namzed pesend kir û piştgirî da wê.

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin