Biden: Trump destûr da Erdogan

Cîgirê berê yê Serokê Amerikayê û kandîdê hilbjartinên Serokatîya Amerika yê 2020an Joe Biden rexneyên tund li Serokê Amerikayê Donald Trump girtin

Navenda Nûçeyan- Joe Biden, seredana Erdogan a Koşka Spî jî, rexne kir û dîyar kir, ku “Trump globa kesk a têkbirina Kurdan ji Erdgan re vêxist”.

Herwiha Joe Biden liser hesabê xwe yê twitterê nivîsand: “Trump di destpêkê globa kesk a paqijkirina etnîkî ya Kurd(nasnameyî ) ji Erdogan re vêxist. Kurd ên, ku di têkbirina DAIŞ de hevpeymanên me bûn. Niha jî, bi rêkeftinên nermik pêşewazîya wî dike. Siyaseta Trump ne di berjewendîya Amerika, lê di berjewendîyên wî yên kesayetî de ne”.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist