Biden: Ti rêveberiyek ji min zêdetir alîkariya Îsraîlê nekiriye!

.

Serokê Amerîka Joe Biden got, Îsraîl hê biryara êrîşa xwe ya li ser Îranê nedaye û danûstandin berdewam in.

Serokê Amerîkayê Biden li qada ku civîna çapemeniyê ya Qesra Spî lê dihat kirin bi awayekî sosret derket û pirsên derbarê rojevê da bersivand.

Biden pirsên li ser çawaniya bersivdayîna Îsraîl ji Îranê re wiha bersivand:

"Îsraîlî di warê êrîşê de hîn biryar nedaye ku wê çi bikin, muzakere didomin. Ger ez li şûna wan bûm, ji bilî zeviyên petrolê min ê alternatîfên din binirxanda."

Biden li ser pirsa gelo Îsraîl bi guhnedana pêşniyarên Amerîka yên li Rojhilata Navîn hewl da destwerdana hilbijartinan bike yan na, Biden wiha got: "Tu rêvebiriyek ji min zêdetir alîkariya Îsraîlê nekiriye. Bi baweriya min divê ew (Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu) vê yekê bi bîr bîne. Nizanim ew hewl dide bandorê li hilbijartinan bike yan na, lê ez vê yekê hêvî nakim."

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin