Biden ji gihîştina Koşka Sipî nêzîk e û Trump gefê dixwe

.

Hejmaretina dengan di hilbijartina serokdewletiya Amerîkayê de li 5 wîlayetan berdewam e. Tenê 6 kursiyên civaka hilbijartinê ji Joe Biden re mane ku bigihe Koşka Spî.

Li Pennsylvania, Carolina Bakur, Georgia, Nivada û Alaska hejmaretina dengan a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê berdewam e. Namzetê Demokratan Joe Bîden 264 kursiyê civaka hilbijartinê hilbijartinê bi dest xistine. Li wîlayeta Nîvada jî Biden bi 6 kursiyan li pêş DonaldTrump e.

Bi serkeftina Biden li wîlayeta Nîvada, kursiyên wî dê bibin 270 kursî, ev jî kursiyên pêwîst in ku bibe Serokê Amerîka.

Lê li wîlayeta Pennsylvania, North Carolina û Georgia Trump li pêş Biden e. Heta niha jî namzetê Komariyan Donald Trump 214 kursiyên civaka hilbijartinê bi dest xistine.

Trump duhî di axaftineke xwe de behsa sextekariyê kir û gotibû, "Em di hilbijartinê de bi ser ketin. Li Dadgeha Bilind a Amerîka jî giliyê li hejmartina dengan tomar dikin."

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene