Biden bo bûyerên 1915 an got: “Komkujiye” û “felaketa mezine”

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema salvegera komkujiya Ermenan ya di 24 ê nîsanê de got; “Komkujiya Ermenî” û “felaketa mezine”. Pê re Tirkiye nerazîbûna xwe diyar kir. Biden di axaftina xwe de got ku ew gotin, ne bo sûcdarkirinê ye lê bo ku car din heman tişt dubare nebe ye. Biden di peyama xwe de li ser mijarê bi nivîskî weha got:

“Her sal di 24 ê nîsanê de miriyên komkujiya Ermeniyan ku di dewra Osmaniyan de hatine kuştin, bibîrtînin û bo car din tişteka weha dubare nebe, em bo berlêgirtinê tewrê xwe datînin ortê. Ne bo kesî sûcdar bikin me vê biryarê da lê bo em ji nebûna dubareyê bawer bibin, me biryarê da.”

Biden di beyana xwe ya nivîskî de weha dewam kir:

“Her sal îro em Ermeniyên di dewra Osmaniyan de, di komkujiya Ermeniyan de mirine bibîtînin û bo teştekî weha car din neyê dîtin, em soza xwe dubare dikin. Ji 24 ê nîsana 1915 an destpêdike, li Îstenbolê lîderên Ermenî û entellektuelên Ermenî ji aliyê Osmaniyan de tên girtin, 1,5 mîlyon Ermenî derxistin derveyê Tirkiyê, ên hatin girtin an hatin kuştin û ên ji ber rabûna ji holê çûn mirinê.

Bi salane Ermenî dewlemendiyê xistine nav Amerîkayê. Bapîrên Ermenan serpêhatiyên xwe anîne ser axa Amerîkayê. Em rêzê li dîroka Ermenan digrin. Em dîroka wan tesdîq dikin. Em dixebitin da temamê mirovên dinyayê başbibin û lihev werin. Xelkê Amerîkayê 106 sal berê Ermeniyên bûne qurbana komkujiyê, rêzê li wan digre.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest