Biçûktirîn keça pêşewa Qazî Mihemed wefat kir

Heftemîn û biçûktirîn keça pesewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê ya bi paytextîya Mihabadê, li welatê Urdinê koça dawîyê kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên Rûdawê, Miryem Qazî roja Yekşemê 15ê Adara 2020an bi sedema nexweşîyê li paytexta Urdinê bajarê Emmanê wefat kirîye.

Kurmamê Miryem Qazî, Seid Qazî di daxuyanîyekê de li gel Rûdawê ev nûçe piştrast kir û got: “Miryem Qazî bi sedema nexweşîyê li bajarê Emman, paytexta welatê Urdinê wefat kir”.

Seid Qazî herwiha got, “bi sedema belavbûna vîrusa Koronayê, em nikarin niha termê Miryemê vegerînin Kurdistanê û şînê jê re danin” û tekez kir, dibe ku ew cenazeyê Miryem Qazî “bi awayekê demkî li Urdinê” bi axê bispêrin.

Miryem Qazî di sala 1945an de û şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê ji dayik bûbû û zaroka herî dawîyê ya pesewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû.

Miryem Qazî:

Sala 1945an li Mihabadê ji dayik bûye.

Şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê ji dayik bûye.

Zaroka dawî û herî bişk a Qazî Mihemed e.

Li Mihabadê mezin bûye û qonaxa dibistanê li heman bajarê qedandibû.

Qonaxên din ên xwandinê li Tehranê qedandibû.

Li Tehranê li gel Serdar Begê Caf zewicîbû.

3 zarokên wê yên bi navên Sîrwan, Seyran û Soma hene.

Roja 15ê Adarê li paytexta Urdinê bajarê Emmanê koça dawîyê kir.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be