Bi hinceta PKKê li 3 bajaran operasyon hat destpêkirin

.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro li 3 bajaran bi hinceta PKKê operasyonên hemwext destpê kirin.

Li gor agahiyan, îro Înê 29ê Temûza 2022ê li parêzgehên Stenbol û Mugla yên Tirkiyê û li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyonên hemwext hatine destpêkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, operasyon bi armanca desteserkirina 10 kesan hatiye lidarxistin ku bi "peywendiya ligel PKKê" hatine tohmetbarkirin.

Hatiye ragihandin, hêzên ewlekariyê li Stenbolê 10, û li Wanê û Muglayê jî bi ser 2 navnîşanan de girtine.

Li gor agahiyan, çarçoveya operasyonê hatiye berfirehkirin û dibe ku hejmara kesên bên desteserkirin zêdetir bibe.

Doh 28ê Temûza 2022an li parêzgeha Mêrsîn a Tirkiyê jî bi hinceta belavkirina hin peyaman li ser medyayên civakî 21 kes hatibûn desteserkirin û hejmareke endam û rêveberên HDPê jî di nav de hebûn.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe