Bi dehhezaran koçberên Efrînê gihîştin Tebqa, Reqa û Kobanê

.

 Bi dehhezaran koçberên Efrînî yên ji 2018an ve li bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê bicîh bûbûn, careke din koçber bûn û beşeke mezin ji wan gihîştin navçeyên HSDê li Tebqa, Reqa û Kobanê.

Piştî kontrolkirina Til Rifet û gundên herêma Şehbayê yên li bakurê Helebê ji aliyê grûpên çekdaran ve, bi dehhezaran koçberên Efrînê careke din koçber bûn û beşeke mezin ji wan gihîştin Teqba, Reqa, Kobanê û navçeyên din ên di bin kontrola HSDê de. 

Herwiha beşek ji malbaran jî vegeriyan Efrînê û ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ENKS û saziyên din ên mirovî ve pêşwazî lê hatin kirin.

Bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ne û di destê YPGê de bûn. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 200 hezar koçberên Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê hatibûn bicihkirin. 

Di vê derbarê de, Rêveberê Ofîsa Kampan û Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got, zêdetirî 30 hezar malbat ji Til Rifat û herêma Şahbayê gihîştin Tebqayê.

Şêxmûs Ehmed got jî, kêmasî ji aliyê rêxistinên mirovî ve di pêşkêşkirina alikariyan de hene, ji ber ku qeyranê û karînên Rêveberia Xweser kêm in.

Şêxmûs Ehmed bang li Neteweyên Yekgirtî kir ku deriyê Til Koçer di zûtirîn dem de ve û bi rêya wî derî alîkariya koçberan li herêmê bike.

Rêveberê Ofîsa Kampan û Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser amaje bi wê kir, dibe ku hejmareke din ji koçberan ji Heleb û derdora wê bigihin herêmê.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist